Mesrûr Barzanî û Darrell Isa tekezî li ser xurtkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dikin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Gulana 2025an, li Washingtonê, bi Kongressmanê Amerîkî Darrell Îsa re civiya û her du aliyan tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de di warên curbecur de kirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de her du alî li ser pêwîstiya rêzgirtina ji sîstema federalî ya Iraqê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, herwiha dabînkirina heqdestiyên darayî yên xelkê Kurdistanê hevnêrîn bûn.
Herwiha, her du aliyan careke din tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de di warên cuda de kirin.
K24
