• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê bi endamên Kongresê Seth Moulton û Brad Sherman re civiya

Serokê Hikûmetê bi endamên Kongresê Seth Moulton û Brad Sherman re civiya

Duh 21.05.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşingtonê bi endamên Kongresê Seth Molton û Brad Sherman re civiya.

Di civînê de li ser pêşketina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û rewşa giştî ya Iraq û herêmê de nêrîn hatin danûstankirin.

Herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya piştgiriya ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kirin.

Reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Wezareta Pêşmerge û sektorên cûda de û guhertinên li Sûriyê mijarên din ên civînê bûn.

 

K24

Top