• Monday, 09 February 2026
logo

Li Silêmaniyê Festîvala Gelan bi çalakiyên rengîn didome

Li Silêmaniyê Festîvala Gelan bi çalakiyên rengîn didome

Li Parka Hewarî Şar a bajarê Silêmaniyê, Festîvala Gelan bi beşdariya gelek komên hunerî û çandî, bi taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi coşeke mezin birêve diçe. 

Di festîvalê de, ku dê pênc rojan berdewam bike û heta 25ê vê mehê vekirî be, karên hunerî, berhemên destî û çandên cuda yên gelan tên nîşandan.

Festîval derfetekê dide ji bo naskirina çand û hunerên cihêreng ên gelên herêmê. Li qada festîvalê konên cuda hatine vegirtin ku tê de berhemên destî yên wekî xalîçe, nexş û nîgar, cil û bergên kevneşopî û xwarinên taybet ên her herêmekê ji bo mêvanan tên pêşkêşkirin. 

Herwiha, komên govendê (helperkê) yên ji deverên cuda yên Kurdistanê û Îranê bi sema û reqsên xwe yên taybet, reng û coşeke cuda didin festîvalê.

Serpereştyarê Koma Semajîn a ji Kirmaşanê Mihemed Emînî Kameranî, ku bi govenda xwe ya taybet a herêma Kerendî Xerbê beşdarî festîvalê bûne, ji K24ê re axivî û got: "Em ji Kirmaşanê hatine. Ev helperkêya me ya taybet bi herêma Kerendî Xerbê ye, ku ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve ye. Em beşdarî vê festîvalê bûne ji bo nîşandana çanda Kurdên her çar parçeyan."

Kameranî herwiha kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna li Silêmaniyê anî ziman û bi helbesteke bi hest, evîn û girêdana xwe bi welat re wiha anî ziman:
"Eger ez vegerim welatê xwe,
Ez ê ji memika her kaniyê gupek av vexwim,
Ez ê wê bikim dayika xwe.
Şevê serê xwe deynim ser laşê kevirekî,
Ez ê wê bikim landika xwe.”

Ji aliyê xwe ve, Rêkxerê Festîvalê Îbrahîm Ehmed jî diyar kir, gelek kes ji herêmên cuda beşdarî festîvalê bûne û got: "Piraniya beşdaran ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne, herwiha ji Mêrdînê jî hene. Festîval muzîk, stran û govendên cuda yên Kurdî, Farisî, Erebî, Tirkî û Azerî yên wan neteweyan li xwe digire ku di dirêjahiya dîrokê de ligel Kurdan jiyane. Erdnîgariya me yek bûye û em nêzîkî hev bûne."

Îbrahîm Ehmed derbarê armanca festîvalê de jî wiha axivî: "Armanca me parastina çand û kelepûra neteweya me (Kurd) û neteweyên din e. Di dirêjahiya dîrokê de, Kurdan her tim çanda xwe parastiye."

Festîvala Gelan li Silêmaniyê dê heta roja 25ê vê mehê bi çalakiyên xwe yên hunerî û çandî berdewam bike û tê payîn ku bibe pireke çandî ya girîng di navbera gelên herêmê de.

 

K24

Top