• Monday, 09 February 2026
logo

Rojnamevanekî Helebceyê: Dema ku Bexda peymanan îmze dike û petrol û gaza Kurdan dixe mezadê, kirêgirtî ti tiştekî nabêjin

Rojnamevanekî Helebceyê: Dema ku Bexda peymanan îmze dike û petrol û gaza Kurdan dixe mezadê, kirêgirtî ti tiştekî nabêjin

Rojnamevanekî Helebceyê bi tundî rexne li wan çalakvanan girt ku li ser fermana milîs û dijberên Kurdistanê li dijî peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê derdikevin.

Destpêka vê heftiyê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwandina fermî ya ji aliyê Waşîngton a paytexta Amerîkayê ve, ji bo pêşxistin û veberhênanê li sektora petrol û gaza Kurdistanê du peyman bi du şîrketên Amerîkî re îmze kir. Ev yek bû sedem, dijberên Kurdistanê û kirêgirtiyên wan nîgeran bibin û ew bi awayekî hîsterîk êrîşî Herêma Kurdistanê dikin.

Vê derbarê de rojnamevanê ji Helebce Nasîh Ebdulrehîm di pêgeha xwe ya tora civakî ya facebookê de nivîsek belav kir û ragehand: "Eger ev ne kirêgirtîbûn nebe, çi ye? Dema ku Bexdayê peymanek bi British Petroleum re îmze kir, erdê Kurdan, petrol û gaza wan di mezadê de hatin firotin, yek ji wan tiştek negot, lê dema ku Herêma Kurdistanê peymanek bi şîrketeke Amerîkî re îmze kir, ew hawar dikin û ji axayên xwe aciz in."

Herwaha diyar kir: "Ji sala 1927an heta 1972an, Erebên Iraqê petrola Kerkûkê wek diyarî didan şîrketên Brîtanî, û Brîtanîyan jî petrola Kerkûkê dibirin û di berdêla wê de çek û barût didan Bexdayê. Bexdayê jî bi wan çek û barûtê 80 salan malên kurdan wêran kirin."

Nasîh Ebdulrehîm diyar kir: Ma kirêgirtiyan şax û guhên wî nînin? Kirêgirtîbûna 24 eyar ev bixwe ye. Eger li gel te tiştekî asayî be ku dijminê te danûstanê li gel ax û av û niştiman û dahata te ya li ser erd û binerd bike, li hember wê jî mehane tiştekî bide tewê demê tu kirêgirtiyê wî yî!

Dawiyê de jî dibêje: "Ew bi rastî jî ji bo dijmin kirêgirtiyên baş in,"

 

Basnews

Top