• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê li gel Serokê Lijneya Pêywendiyên Derve yê Encûmena Nûnerên Amerîkayê civiya

Serokê Hikûmetê li gel Serokê Lijneya Pêywendiyên Derve yê Encûmena Nûnerên Amerîkayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşingtonê bi Serokê Lijneya Têkiliyên Derve ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Brian Mast re civiya. Di hevdîtinê de, Kongresman Mast spasiya xwe ji bo qurbanîdana Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de anî ziman. Herwiha piştgiriya xwe ya tevahî ji bo Herêma Kurdistanê wekî hevalbendek girîng ê Amerîkayê li herêmê tekez kir.

Herdu alî li ser pêwîstiya pêşxistina pêywendiyên dualî, bi taybetî di warên veberhênan û enerjiyê de, li hev kirin û di vî warî de girîngî û sûdên peymana ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her du şîrketên Amerîkî HKN û WesternZagos re îmze kiriye, destnîşan kirin.

 

Basnews

Top