• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê bi her du senatoran Angus King û James Lankford re civiya

Serokê Hikûmetê bi her du senatoran Angus King û James Lankford re civiya

 Roja 20.05.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşingtonê li gel her du Senatorên Amerîkayê Angus King û James Lankford civiya.

Herdu senatoran kêfxweşiya xwe ji serdana Serokwezîr bo Amerîkayê nîşan dan û rola qehremanî ya hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê û helwesta girîng a Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de pesinandin.

Di beşek din a civînê de, li ser peymanên enerjiyê yên li Waşingtonê hatine îmzekirin jî hat axaftin û hat destnîşankirin ku ev peyman ne tenê Herêma Kurdistanê, lê tevahiya Iraqê jî dê bibin sedema pêşketina aborî.

 

Basnews

Top