Li Qamişlo Komxebata Yekitiya Kurdî dest pê kir: Banga çareseriya pirsa kurd û Sûriyeyekî demokratîk hat kirin
Li bajarê Qamişlo Komxebata "Yekitiya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê" bi beşdariyeke berfireh birêve çû.
Di Komxebatê de rêveberên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ligel nûnerên partiyên din ên siyasî, kesayetiyên serbixwe, û nûnerên sazî û civaka sivîl amade bûn. Armanca sereke ya Komxebatê gotûbêjkirina rêyên xurtkirina yekrêziya Kurdî û destnîşankirina rola Kurdan di paşeroja Sûriyê de bû.
Mihemed Ismaîl: Bê çareserkirina doza Kurdî aramî li Sûriyê peyda nabe
Serokê ENKSê Mihemed Ismaîl di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çareserkirina doza Kurdî ji bo pêkanîna aramiyê li Sûriyê. Ismaîl got, "Bê çareserkirina doza Kurdî aramî li Sûriyê peyda nabe. Divê Sûriya bo hemûyan be, li ser bingeha demokratî, piralî, pirnetewî û dadperweriyê be."
Mihemed Ismaîl herwiha tekez kir, ENKS ji diyalogê re vekirî ye û wiha domand: "Destê me ji hemû aliyan vekirî ye, nameya me li ser bingeha aştiyê ye, dûr ji şer, alozî û nakokiyan e. Em amade ne bi her aliyekî re diyalogê bikin."
Serokê ENKSê amaje bi wê yekê jî kir ku ji destpêka krîza Sûriyê ve heta niha baweriya gel bi hikûmetê lawaz bûye û divê hikûmet kar bike ji bo ku baweriya Sûriyan bi xwe bîne. Ismaîl bi tundî got, "Divê mafên hemûyan parastî be, tu aliyek neyê paşguhkirin û dûrxistin."
Îlham Ehmed: Divê cihê Kurdan di rêveberiya nû ya Sûriyê de hebe
Ji aliyê xwe ve, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di axaftina xwe de giringiya konferans û hewldanên yekrêziyê destnîşan kir. Ehmed got, "Hemû biryarên ku di konferansên yekrêziyê de hatine dayîn, di vê serdema dîrokî de zanebûna neteweyî û têgihîştinê di asta herî jor a gelê Kurd nîşan dide. Di nava tevahî aliyên Kurdî de zanisteke wiha hatiye avakirin ku her kesek di aliyê xwe de bi rihê berpirsiyartiyê radibe û dixwazin itîfaqên li dijî parçebûna Kurdan dubare nebin."
Îlham Ehmed lidarxistina kombûnên ji bo yekrêziyê wek gaveke dîrokî ji bo pratîzekirina tifaqan bi nav kir û wiha pê de çû: "Rastiyek wiha heye ku ev cudabûna fikrî bandora xwe li ser danûstandinan dike. Divê em wekî dewlemendî li vê cudabûnê binêrin û nehêlin ku bibe sedema parçebûnê." Wê herwiha îşaret bi pêwîstiya hebûna Kurdan di rêveberiya nû ya Sûriyê de kir û got, "Di nav hemû civakan de cudabûna îdeolojîk heye, lê ev cudabûn ti carî nebûye sedema parçebûnê. Ev xaleke pir girîng e ji bo pêşxistina gelê Kurd û avakirina Sûriyeya nû. Dersên ku em ji dîrokê derdixin pir girîng in. Divê civak neyê parçekirin."
Hate ragihandin ku Komxebat dê xebatên xwe li ser sê mijarên serekî bidomîne: "Girîngiya xurtkirina yekrêziya Kurdî", "Aliyê neteweyî yê belgenameya konferansa yekrêziya Kurdî" û "Rola Kurdan li Sûriyê û bijarteyên destûrî".
Rudaw
