Artêşa Îsraîlê destpê kirina êrîşa bejahî ya berfireh li Xezeyê radigehîne
Artêşa Îsraîlê îro 18.05.2025, operasyona bejahî ya berfireh li navçeyên bakûr û başûrê şerîda Xezeyê ragehand, ev jî di çarçoveya helmeteke nû de ye ku navê“Operasyona erebeyên şer ên Gideon” lê kiriye.
Artêşê di daxuyaniya xwe de ragehandiye, ku hêzên wan operasyoneke bejahî ya berfireh li bakûr û başûrê xeta Xezeyê destpê kiriye, ev jî rojek piştî zêdebûna êrîşên esmanî yên bo ser Filistînê bo fişar xistina ser Hemasê.
Li gor kanala Elerebiye, otomobîlên leşkerî yên Îsraîlê li çend navçeyekî li bakûrê Xeze pêşve diçin.
Roja Înê, artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê operasyonên xwe yên leşkerî yên li Xezeyê berfireh bike.
Di vê qonaxa êrîşê de, hêzên leşkerî dê bi rêya bejahî pêşve biçin da ku hêdî hêdî beşên mezin ên Xezeyê kontrol bikin û ji bo hebûneke leşkerî ya demdirêj li Xezeyê amade bibin, ku armanca wê ji holê rakirina Hamasê û wêrankirina tunelan e.
Rudaw
