• Monday, 09 February 2026
logo

James Jeffrey: Amerîka dixwaze peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurttir bike

James Jeffrey: Amerîka dixwaze peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurttir bike

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraq û Sûriyê radigehîne, “Herêma Kurdistanê li deverê xwedî cihekî girîng e û hebûna mezintirîn konsulxaneyê li Hewlêrê tê wê wateyê ku, Amerîka li Herêma Kurdistanê xwedî berjewendiyeke mezin e.”

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraq û Sûriyê James Jeffrey ji K24ê re ragehand: “Amerîka dixwaze têkiliyên çêtir û xurttir bi welatên deverê re hebin, bi awayekî diyarkirî û taybetîtir jî bi Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê re.”

James Jeffrey got: “Rola Pêşmergeyan di têkbirina rêxistina terorîstî ya DAIŞê de û Herêma Kurdistanê jî li deverê mezin û girîng tê hesibandin û Amerîkayê têkiliyeke taybet bi gelê Kurd re heye.”

Jeffrey diyar kir: “Amerîka dixwaze berjewendiyên Iraqê biparêze. Mafên Herêma Kurdistanê di destûrê de hatine destnîşankirin, me gazin kirin ku rêveberiya Amerîkayê nekariye pirsgirêka hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê çareser bike, ji ber ku ew ji bo Iraq û deverê girîng e û rawestandina wê ji bo Iraqê karekî xirab e.”

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraq û Sûriyê ragehand:  “Amerîkayê berjewendiyek li Herêma Kurdistanê heye û ji ber vê yekê jî mezintirîn konsulxane li Hewlêrê heye. Li hin cihan Amerîkayê heta nivîsîngehek jî tune ye ji ber ku ti berjewendiyeke wê li wan deran tune ye.” Herwaha got, “Herêma Kurdistanê roleke baş di proseya aştiyê ya li Tirkiyê de hebû.”

 

 

Basnews

Top