Emîrê Qeterê Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê bi dawî nekir û vegeriya welatê xwe
Tevî hejmara kêm a Serokkomar, şah û emîrên Ereb ku ji bo lûtkeya Erebî çûn Bexdayê, lê Emîrê Qeterê lûtke bi dawî nekir û Bexda bi cîh hîşt.
Ajansa nûçeyan a Qeterê ragehandiye ku Tmîm Bin Himd Al Sanî, Mîrê Qeterê, piştî ku serokatiya şandeya welatê xwe bo beşdarî kirina di gera 34ê ya Lûtkeya Erebî li Bexdayê de kir, îro beriya çend demjimêran Bexda bi cîh hêlaye û vegeriyaye welatê xwe.
Li gor zanyariyên BasNewsê, Emîrê Qeterê heta di lûtkeya Erebî de gotarek jî pêşkêş nekiriye, bi vî awayî jî hejmara Serok, Şah û Rêberên beşdarî lûtkeyê dibin kêm kiriye.
Basnews
