Mamosteyekî Zanîngehê: Nabe tu xelkê welatê xwe birsî bikî û pare bo welatên din bişînî
Roja 17.05.2025, L3utkeya Erebî li Bexdaya Paytexta Iraqê birêve çû ku di Di tevahiya dîroka lûtkeyên bilind ên Ereban de, ew yek ji wan kêmtirîn civînên ku serok, Paşa û Emîrên Ereban lê beşdar bûne bûye, lê tê de Iraqê biryar da ku 40 mîlyon dolar bo Xezeyê bişîne.
Di vê derbarê de mamosteyê zanistên siyasî Sanih Şerîf ji BasNewsê re ragehand: “Biryara hikûmeta federal di lûtkeya Erebî li Bexdayê bo pêşkêşkirina 40 mîlyon dolar wek alîkarî bo Xeze û Lubnanê, di demekî de di ware alîkariyên navneteweyî ve raste, lê di warê vijdanî ve pirsiyareke cewherî aniye pêş, ew jî eweye ku gelo heta çendê qerebûya kesûkarên qurbaniyên Enfal û Kîmyabarana Helebce kiriye, di demekî de ku dadgehên Iraqê û destûr û yasa jî dibêjin ku wan qerebû bikin?”
Herwaha aşkera dike, ku li gor destûra Iraqê, hikûmeta federal di qerebûkirina hemû qurbaniyên tawanên rejîma berê ku di proseyên Enfal û Kîmyabarana Helebce û hemû kiryarên berê yên Iraqê dijî gelê Kurdistanê hatin kirin. Ji ber vê yekê, Iraqê hemû erkên xwe yên exlaqî û destûrî yên li hember gelê xwe paşguh kiriye û hatiye ku nîşan bide ku ew xema welatên din dixwe û pereyan li ser wan xerc dike.”
Herwaha got: “Hikûmeta federal ev alîkarî ji welatan re dişîne, çima mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku çavkaniya debara wan e, bê pirsgirêk naşîne? Berpirsiyariya rastîn a hikûmeta federal bi başkirina birînên gelê xwe dest pê dike. Tiştê ku hikûmeta Iraqê dike li dijî destûr û prensîbên navneteweyî ye.”
Basnews
