2 karmendên Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê û kesekî din canê xwe ji dest dan
Du karmendên Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê, ji bo derxistina termê kesekî ku ketiye nav tankekî sotemeniyê dikevin nav wê tankerê, lê herduyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor zanyariyan îro 16.05.2025ê 2 karmendên Berevaniya Şaristaniyê dikevin nav tankera ku termê wî kesê berî di wê tankerê de jiyana xwe ji dest dayî derxin, lê ji ber paşmayê bêhna tankerê jehrî dibin û jiyana xwe ji dest dan.
Li gor zanyariyan kesûkarên wî ciwanê ku ketibû nav tankerê eslê xwe ereb in û navê wî jî Ebdula Rislan Haşim e û temenê wî 25 sale û zewicî ye û zarokekî wî hebûye.
Basnews
