Cîgirê Serokê PDKê pîrozbahî li Yekitiya Xwandevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê kir
Îro 15.05.2025ê Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî bi boneya serkeftina kongreya wan peyamekî pîrozbahiyê arasteyî sekreter û mekteba sekreterya Yekitiya Xwandevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê kir.
Peyama Cîgirê Serokê PDKê waha ye:
Birêz sekreter û endamên mekteba sekreterya Yekitiya Xwandevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê; bi boneya serkeftina kongreya we, kongreya hevgirtin û helbijartina sekreter û endamên mekteba sekreteriya Yekitiya Xwandevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiyekî germ li we dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftina zêdetir ji bo we dixwazim.
Yekitiya Xwandevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê xwedî dîrokekî tejî li serbilindiya xebata rêxistinî û rijdbûna li ser maf û daxwazên xwandevan û ciwan û xebat û tekoşîna netewî û niştimanî ya me ye.
Hêvîdarim di vê qonaxa nû ya rêxistina we de, bi awayekî pêşkeftîtir û bi rêya zanist û hizra dahênerane ve, zêdetir kar ji bo pêşxistina hewl û şiyanên xwandevan û ciwanên Kurdistanê bikin û wek herdaîm piştevaniya pirs û destkeftên me yên niştimanî û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê bin.
Pîrozbahiyê li serkeftina kongreya yekgirtina we dikim û hemû piştevaniyekî xwe ji bo we teqez dikim.
Basnews
