Sekreter û endamên sekreteriya Yekîtiya Xwendekar û Ciwanan di kongreya yekitiyê de hatin hilbijartin
Li gorî agahiyên BasNewsê, Şivan Mehmûd wekî sekreterê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 15.05.2025, kongireya hevgirtina her du rêxistinên Yekîtiya Xwendekar û Yekîtiya Ciwanên Demokrata Kurdistanê hat lidarxistin.
Her du rêxistinên Yekîtiya Xwendekar û Yekîtiya Ciwanên Demokrata Kurdistanê bûn yek û navê wan ji bo Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrata Kurdistanê hat guhertin.
Bi piraniya dengên endamên kongireyê, 12 kes wekî endamên sikirtariya Rêkxistina Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê hatin destnîşankirin. Deng bi vî awayê li jêr bûn:
Ehmed Seîd 209 deng
Metîn Elî 182 deng
Şivan Ebdulrehman 181 deng
Evîn Enwer 173 deng
Rêbîn Ebdulselam 162 deng
Akam Îrfan 155 deng
Mensûr Hisên 153 deng
Şivan Mehmûd 152 deng
Naska Sabir 141 deng
Şînyar Hoşyar 126 deng
Dewen Dilêr 112 deng
Bi dengên wan 11 kesan ku wekî endamên sikirtariya wê rêxistinê hatibûn hilbijartin, Şivan Mehmûd, ku wekî Şivan Kurdistanî tê nasîn, wekî sekreterê Rêkxistina Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê hat hilbijartin.
Basnews
