Qeterê bi qasî 200 mîlyar dolar balafiran ji Amerîkayê dikre
Koşka Spî ragehandiye ku Donald Trump rêkeftineke alîkariya aborî li gel Qeterê bi bahayê Trîlyonek dolar kiriye, ragehandiye jî, rêkeftina li gel Qeterê pêywendiyên herdu milan jî bihêztir dike.
Di heman demê de, ajansa Reuters ragihand ku Amerîka û Qeterê îro roja Çarşemê rêkeftinek îmze kirine, ku bi bihayê wê rêkeftinê 200 mîlyar dolare û kirîna 160 balafirên Boeing li xwe digre.
Serokê Amerîkayê di dema çûyîna bo Siûdiyê pêşwaziyeke fermî ya mezin lê hat kirin, ev jî di çarçoveya geşta wî ya bo kendavê ku Îmaratê jî digre nav xwe.
Emîrê Qeterê dubare kir ku Doha û Washington dikarin ji bo aştiyê li herêmê bixebitin.
Basnews
