Mesrûr Barzanî: Mamostayên Kurdistanê roleke giring di perwerdekirin û fêrkirina nifşên me yên nû de dilîzin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya 63yemîn salvegera damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê peyamek belav kir.
Îro 15.05.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 63yemîn salvegera damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê peyamek belav kir û dibêje: ‘’Bi boneya 63yemîn salvegera damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok û endamên buroya sekreteriyet û hemû mamostayên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.’’
Serokê Hikûmetê ragehand: ‘’Xebat û tekoşîna Yekitiya Mamostayên Kurdistanê û rijdbûna wan a li ser maf û daxwazên mamostayên Kurdistanê bilind dinirxînin û pêzanîneke me ya mezin heye ji bo mamostayên Kurdistanê, ku roleke giring di perwerdekirin û fêrkirina nifşên me yên nû de dilîzin.’’
Barzanî diyar kir: ‘’Hêvîdarim mamostayên Kurdistanê li ser bingehekî baş û perwerdeyekî dirust û hizra niştimanperwer û xoşdivî ya Kurdistanê, nifşeke dahêner û zanistxwaz û jîngedost pêgehînin, ku roleke çalak di pêşxistin û ber bi pêşdebirina Kurdistanê de hebe.’’
