• Monday, 09 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş encam dan

Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş encam dan

Roja 12.05.2025, Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ragehand: “Bi armanca dabîn kirina ewlehî û aramiya zêdetir li wê navçeyê de, îro 12ê Gulanê demjimêr 7ê serê sibehê Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li quntara çiyayê Qereçox encam dan.”

Herwaha amaje bi wê jî daye, ku di operasyonê de, Lîwayên 14 û 18 ên Firqeya 1emîn a Piyade ya Wezareta Pêşmerge, Tabûra 1emîn a Lîwaya 3yemîn a Komando ya Zîrevaniyê, Lîwayên 50 û 51emîn ên Firqeya 14emîn a Artêşa Iraqê beşdar bûn, ku têde li deşt, gelî û deverên başûr û bakurê Çiyayê Qereçoxê lêgerîn kirin û demjimêr 12ê nîvro de bi dawî bûn.

Wezareta Pêşmerge aşkera jî kir, “armanca van operasyonan ew e ku herêm ji baregeh û veşartgehên terorîstên DAIŞê were paqijkirin, da ku ewlehî û aramiya herêmê bêtir were aramkirin.

 

Basnews

Top