• Monday, 09 February 2026
logo

Xeze - Dibistan hat bombebarankirin: 15 mirî

Xeze - Dibistan hat bombebarankirin: 15 mirî

 Li gorî agahiyan, di encama bombebarankirina dibistanekê li bakurê Xezeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve 5 ji wan zarok 15 kes hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê, balafirên şer ên Îsraîlê qata duyem a Dibistana Fatma bint Esed a li Cibaliyayê, ku Filistîniyên koçber lê bi cih bûne, bombebaran kir.

Di emcama êrişa Îsraîlê de 5 ji wan zarok 15 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha li herêma navîn a Xezeyê li Kampa Koçberan a Nusayratê, di êrişa artêşa Îsraîlê ya li ser xaniyekî li nêzîkî Mizgefta Hammad el-Hasenat de hinek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê gelek xaniyên li Taxa Tûfahê ya li bakurrojhilatê bajarê Xezeyê bombebaran kirin.

 

Rudaw

Top