PKKê bi awayekî fermî xwe helweşand
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi awayekî fermî helweşandina xwe û danana çekên xwe ragehand û şerê xwe yê çekdarî bi Tirkiyeyê re bidawî anî.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro (Duşem, 12.05.2025) di ragehandinekê de encamê kongireya xwe ya 12ê ragehand, ku di navbera 5 heta 7ê vê mehê de li jêr ronahiya banga Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan hat lidarxistin.
PKKê di ragehandina xwe de amaje jî daye, “Xebata PKKê siyaseta înkar û wêrankirinê ya li dijî gelê me nehêlaye, pirsa Kurdan bi rêya siyaseta demokrasî gehandiye xala çarekirinê û ji vî alî ve PKKê erkê xwe yê dîrokî temam kiriye. Li ser vê bingehê, Kongireya 12ê ya PKKê bi merema bicihanîn û birêvebirina piroseya kiryarkî li jêr serkirdetiya Rêber Apo (Ebdila Ocalan), biryara helweşandina heykelê rêkxistinî yê PKKê û bidawîanîna awayê xebata çekdariyê da, herwesa ew çalakî jî bidawî anîn ên ku bi navê PKKê tên kirin.”
PKKê ron jî kiriye, “Kongireya me tevî berdewamiya şerî û êrîşên asmanî û bejahî yên berdewam di şert û mercên dijwar de bi awayekî biserkeftî bi rê ve çû. Ew kongire ji ber sedema ewlehiyê di yek demê de li dû deverên cuda hat lidarxistin. Bi tevahî jî, 232 nûner tevlî wê bû.”
Herwesa biryar e Hikûmeta Tirkiyeyê jî her îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bicive û di wê civînê de, danûstandinan li ser piroseya aştiyê û qonaxa piştî Kongireya 12ê ya PKKê bike.
K24
