Serok Barzanî bi boneya 32yemîn salvegera damezrandina Binkeyê Laleşê peyamek belav kir
Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 32yemîn salvegera damezrandina Binkeya Laleşê peyamek pîrozbahiyê weşand. Di peyama xwe de, Serok Barzanî tekez kir, Navenda Laleşê xizmeteke berbiçav pêşkêşî civaka Êzidiyan kiriye û kar ji bo parastina urf û edet û çanda gelê Kurdistanê kiriye.
Serok Barzanî îro 11ê Gulanê di peyama xwe de pîrozbahî li serok, endamên desteya bilind, kadro û hemû welatiyên Êzidî kir.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya 32emîn salvegera damezrandina Binkeya Laleşê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok û endamên Desteya Bilind û endam û kadroyên Bingehê Laleş û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim.
Binkeya Laleşê di salên borî de bi rêya karên berbiçav, konferans, proje û festîvalên dewlemend, çapkirina pirtûkan, alîkarîkirina hezaran rizgarbûyên ji destê DAIŞê kir û gelek karên çandî, ragihandinê û hunerî, xizmeteke berbiçav pêşkêşî civaka Êzidiyan û parastina nerît û çanda gelê Kurdistanê kiriye.
Her bi vê boneyê, destxweşiyê li erk û keda Serok û endamên Desteya Bilind û endam û kadroyên Binkeya Laleşê dikim û hêviya berdewamiyê û pêşketinên zêdetir ji bo Binkeya Laleşê û hêviya aramî û xweşiyê ji bo hemû xwişk û birayên Êzidî dixwazim.
Basnews
