• Monday, 09 February 2026
logo

Macron: Ez bi hêvîdar im rêkeftina di navbera HSD û Şamê de bi tevahî were cîbicîkirin

Macron: Ez bi hêvîdar im rêkeftina di navbera HSD û Şamê de bi tevahî were cîbicîkirin

 Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron Piştî hevdîtina bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re, got, “Aramiya Sûriyeyê ji bo ewlehiya herêmî û Ewropayê girîng e û em piştgiriyê didin rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro 7.05.2025, li Koşka Elysee ya serokatiyê, pêşwazî li Serokê nû yê Sûriyê Ehmed Şera kir. Piştî hevdîtinê, Emmanuel Macron di civîneke rojnamevanî ya hevbeş ligel Ehmed Şera de ragihand: “Em pabendî daxwazên gelê Sûriyê ne û pêwîst e hemû pêkhateyên Sûriyê parastî bin."

Macron herwiha got: “Aramiya Sûriyê ji bo ewlehiya herêmê û Ewropayê jî girîng e, û em piştgiriya rakirina gav bi gav dorpêçên li ser Sûriyê dikin.”

Serokkomarê Fransayê bal kişand ser girîngiya rêkeftina di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de û got: “Peymana di navbera HSDê û Şamê de gelek girîng e, ez hêvîdar im ew peyman bi temamî bê cîbicîkirin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Sûriyê Ehmed Şera jî di kongreya rojnamevanî de got: “Em spasiya piştgiriya hikûmet û gelê Fransayê dikin. Fransa zû ji êş û azarên gelê Sûriyê têgihişt.”

Şer'a da zanîn: “Me ligel Serok Macron behsa bihêzkirina têkiliyên di navbera Fransa û Sûriyê de kir. Ji nû ve avakirina Sûriyê mijareke din a civîna me bû. Niha jî gefên ewlehiyê li ser Sûriyê hene, û selametiya welatiyên Sûriyê karê me yê pêşîn e.”

Ehmed Şer'a tekez kir: “Li hemberî êrîşên taîfî, me demildest tevgeriya. Fitneya taîfî cihê wê li Sûriyê nîne û nabe bi ti awayî destwerdana derve di karûbarên Sûriyê de bê kirin.”

 

Basnews

Top