• Monday, 09 February 2026
logo

Alîkariya darayî ya Serokê Hikûmetê li ser rizgarbûyên Êzidî tên belav kirin

Alîkariya darayî ya Serokê Hikûmetê li ser rizgarbûyên Êzidî tên belav kirin

 Alîkariya darayî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo meha çarem li ser rizgarbûyên Êzidiyên ku ji dest terorîstên DAIŞê hatine rizger kirin tê dabeş kirin.

Navenda Rewşenbêrî û Civakî ya Lalişê, belav kiriye, ku proseya dabeşkirina alîkariyên darayî (Maaş) yên Serokê Hİkûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo meha çarem dê li van cihan bê dabeş kirin:

Yekem: Komelgeha Şaryar-Navenda Laliş roja pêncşemê, 8ê gulanê 2025

Duyem: Nahiyeya Xankê-Salona Laliş/Qesrêzêdîn roja înê 9ê gulanê 2025

Sêyem: Qeza Şêxanê – salona Laliş roja înê 9ê gulanê 2025

Çarem: Komelgeha Dêrebûn- salona Laliş roja şemiyê 10ê gulanê 2025

Li tevahiya wan cihan, alîkarî di demjimêr 9ê sibehan heta 1ê piştî nîvro tê dabeş kirin.

Li rojên yekşemê û duşemê 11 û 12ê meha 5 a 2025 dabeşkirina wan alîkariyan dê berdewam be û di demjimêr 10ê sibehê li navenda Lalişê li Duhokê be.

Berê Serokê Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê Seîd Cirdo ragehandibî: “Alîkariya darayî hemû welatiyên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne digire nav xwe, heta ewên ku piştî serbestberdana xwe çûne derveyî welêt jî.”

Ew alîkariyên darayî, zêdetir li sê hezar û 500 rizgarbûyên destê DAIŞê hildigre û di Tîrmeha 2024’an de Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî projeya piştevaniya darayî bo rizgarbûyên dest DAIŞê ragehand, di meha Tebaxa heman sale de ew proje kete warê cîbicî kirinê û berdewame.

 

Basnews

Top