Konsulê Urdinê: Keşûhewayê Urdinê nêzî keşûhewayê Herêma Kurdistanê ye
Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê dibêje, “Eger tu bixwazî serdana Urdinê bikî, pêdivîtiya te bi çend mehan heye ji bo ku tu serdana hemî cihan bikî, wekî cihên geştyarî û dîrokî û şûnwarî.”
Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê Muhened Xetîb îro (Çarşem, 07.05.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Rojhilata Navîn bûye westgeha şaristaniyên kevin û nû.”
Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê got, “Eger tu bixwazî serdana Urdinê bikî, pêdivîtiya te bi çend mehan heye ji bo ku tu serdana hemî cihan bikî, wekî cihên geştyarî û dîrokî û şûnwarî.”
Muhened Xetîb amaje jî da, “Gelek ji şûnwarên sehaban li Urdinê ne û gelek şûnwar jî li Yermûkê û cihên din ên Urdinê hene.”
Navbirî eşkere jî kir, “Keşûhewayê Urdinê nêzî keşûhewayê Herêma Kurdistanê ye, ji bo nimûne Havîna wê navincî ye û kêmekê sar e û befir jî lê dibare.”
Konsulê Giştî yê Urdinê ron jî kir, “Herwesa me dezgehên perwerdeyî û zanîngehên ast bilind jî hene, ku baweriya herêmî û navdewletî wergirtiye.”
K24
