• Monday, 09 February 2026
logo

Netanyahu: Emê êrîşên tund li ser Xezê bikin û armanca me Hemase

Netanyahu: Emê êrîşên tund li ser Xezê bikin û armanca me Hemase

 Roja 05.05.2025, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ragehand, Îsraîl dê êrîşên nû li ser xeta Xezeyê bike, ew jî dê operasyoneke leşkerî ya tund be ku armanc ji wê, têk birina Hemasêye.

Netanyahu di kute vîdeoyekî de li ser platforma Xê belav kiriye û amaje bi wê daye, “Şêniyên Xezeyê ji bo selametiya xwe dê bên veguhestin.”

Herwaha dibêje, leşkerên Îsraîlî dê nekevin Xezzeyê, operasyonên xwe dest pê nekin û dûv re venekişin, mebest berovajiyê wê ye. Ev jî weke nîşana nevekişînê tê şîrovekirin.”

Roja duşema borî, Ajansa Weşanê ya Îsraîlê ragihand ku kabîneya Netanyahu biryar daye ku êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî Xezeyê berfireh bike.

 

Basnews

Top