• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê Pêşwazî li şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Serokê Hikûmetê Pêşwazî li şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5.05.2025 pêşwazî li şandeyeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir ku ji endamên Komîteya Aborî, Pîşesazî û Bazirganiyê pêk dihat.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser girîngiya pêşxistina hemahengî û hevkariyên di navbera Herêma Kurdistanê, Encûmena Nûneran û Hikûmeta Federal de hat kirin. Bi taybetî hat destnîşankirin ku divê piştgirî li wan projeyasayan were kirin ku di berjewendiya hemû welatî û pêkhateyên Iraqê de ne.

Di beşeke din a gotûbêjan de, hat tekezkirin ku pêwîst e azadiya danûstandina bazirganî û liv û tevgera kelûpelan di navbera hemû navçeyên Iraqê de hebe û her cure astengî û berbestên li pêşiya vê yekê werin rakirin.

Herwiha gotûbêj Derbarê girîngiya “Projeya Rêya Geşepêdanê” û girêdana welatên Kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re bi rêya xeta hesinî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de hat tekezkirin ku divê Herêma Kurdistanê û hemû herêm û pêkhateyên Iraqê di vê projeya girîng de beşdar bin û jê sûd werbigirin.

Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî di civînê de dûpat kir, pêwîst e rêz li sîstema federalî û destûra Iraqê were girtin ku maf û erkên her aliyekî destnîşan kiriye.”

Mesrûr Barzanî herwiha amaje bi wê yekê kir ku "Iraq ji aliyê madî û mirovî ve welatekî dewlemend e û xwedî pêgeheke jeopolîtîk a girîng e. Tenê pêdiviya wê bi rêveberî û îdareyeke baş û dadperwer heye ku rêz li mafên hemû herêm û tevahiya pêkhateyên Iraqê bigire.”

 

Basnews

Top