Trump: Ez naxwazim ji bo cara sêyê bibim Serokê Amerîkayê
Serokê Amerîkayê di çavpêkeftineke tilevizyonî de bi kanaleke Amerîkayî re li ser bernameya atomî ya Îranê radigehîne ku, merema wan bidawîanîna bernameya atomî ya Îranê ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Yekşem, 04.05.2025) di çavpêkeftineke tilevizyonî de bi kanala NBCyê ya Amerîkayî re li ser danûstandinên Amerîka û Îranê ragehnad, “Armanc ji danûstandinên bi Îranê re hilweşandina bernameya atomî ya Tehranê ye.”
Donald Trump behsa wê yekê jî kir ku, dixwaze guhdariya Îranê bike, ji bo rêdana bi hebûna enerjiya atomî ya sivîl. Herwesa got, “Di piraniya rewşan de enerjiya atomî ya sivîl dibe sedema şerê serbazî.”
Navbirî di derheqa agirbesta navbera Ukrayna û Rûsyayê de jî got, “Ez wesa difikirin ku em bi aliyekî re nêzîktir in ji bo ku em bigehin lihevkirinê, lê ez nabêjim kîjan alî ye.”
Serokê Amerîkayê di wê çavpêkeftinê de li ser bizavên xwehilbijartinê ji bo gera sêyê ya serokatiyê jî got, “Ez li pey gera sêyê ya serokatiyê nînim, tenê ez dixwazim ku çar salên mezin hebin û ji bo kesekî din bihêlim.”
Trump herwesa di derheqa serokê bê yê Amerîkayê de got, “Baştir e ku kesekî demokrat be, J. D. Vans dê ji bo wî postî kesekî hejî be.”
Ev jî di demekê de ye ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump li Adara îsal ragehandibû, “Li ser bûna Serokê Amerîkayê ji bo gera sêyê, ez henekan nakim.”
K24
