• Monday, 09 February 2026
logo

Ocalan ji bo koça dawî ya Sirri Sûreya Onder nameya sersaxiyê şand

Ocalan ji bo koça dawî ya Sirri Sûreya Onder nameya sersaxiyê şand

Rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ebdulah Ocalan, derbarê koça dawî ya siyasetmedar û endamê Şanda Îmraliyê Sirri Sureya Onder de peyameke sersaxiyê şand. Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku Onder kesekî pir jêhatî bû ku rewşên neyînî veguherand yên erênî û ew wek "nasnameyeke rasteqîn a aştiyê" bi nav kir.

Peyama Abdullah Ocalan îro 03.0 2025an, bi rêya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat belavkirin. Di peyamê de Ocalan wiha got: "Ez sersaxiyê ji malbat, dost, hezkirî û tevahiya gelê me re dixwazim. Koça dawî ya Sirri Sureya Onder em xemgîn kirin. Ew kesekî pir bi nirx bû, kurekî rasteqîn ê gel bû.”

Ocalan destnîşan kir ku herêma Anatolyayê, Tirkmen û hemû pêkhateyên welêt hevalekî mezin ji dest dane.

Rêberê girtî yê PKKê herwiha behsa bîranînên xwe yên bi Onder re kir û got: "Ez rêzdariyek mezin nîşanî bîranînê wî didim. Di banga me ya dawî ku di 27ê Sibatê de hat kirin, hevoka dawî ku me lê zêde kir, bi destê xwe nivîsandibû. Wî bi xwe xwest vê nivîsê bixwîne.”

Ebdulah Ocalan di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser ked û hewlên Onder ên ji bo aştiyê û wiha anî ziman: “Sirri Sûreyya Onder ji bo jiyana hevpar a aştiyane ked û hewldaneke mezin da. Di heman demê de, ew kesekî pir şareza bû ku dikarîbû hemû rewşên neyînî veguherîne keş û hewayeke erênî. Ew nasnameyeke rasteqîn a aştiyê bû."

Di dawiya peyamê de Ocalan tekez kir ku Onder baş dizanîbû ku aştî û pêvajoya çareseriyê ji bo berjewendiya hemûyan e û ev xema wî ya mezin bû. Ocalan got: "Divê ev hêviya wî ti carî wekî neqediyayî nemîne. Ya girîng ji bo me hemûyan ew e ku em giyanê wî bigihînin aştiyê û pêvajo bi navê Sirri Sureyya Onder bigihe encamê.”

 

 

Basnews

Top