Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Sirri Sureya Onder peyama sersaxiyê belav kir
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetî û siyasetmedarê Tirkiyê û parlamenterê DEM Partî û Wekîlê Serokê Parlemena Tirkiyê (Sirri Sureyya Onder) gihîşt me.
Xwedê jêrazî Sirri Sureyya Onder ku Endamê Şanda Îmralî jî bû, beşeke zêdeyê jiyana xwe ji bo xebata siyasî û aştiyane dabîn kir û hewlên wî yên ber bi çareseriya aştiyê li Tirkiye cihê rêz û rûmeteke zêdeye.
Ez sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û heval û rêhevalên xwedê jêrazî Sirri Sureyya Onder û rêvebir û endam û alîgirên DEM Partî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
03 ê Gulana 2025
