• Monday, 09 February 2026
logo

Haletê yekê yê taya xwînberbûnê li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin

Haletê yekê yê taya xwînberbûnê li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê radigehîne, “Haletê yekê yê taya xwînberbûnê li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin.”

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serkar Sûrçî ragehnad, “Haletê yekê yê taya xwînberbûnê li Herêma Kurdistanê îro (În, 02.05.2025) hat tomarkirin, ku ew jî welatiyekî bajarê Koyeyê yê 42 salî ye û goştfiroş e û niha li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê çareseriya pizişkî werdigire û rewşa tendirustiya wî baş e.”

Serkar Sûrçî tekez li ser bicihanîna rênimayên Wezareta Tendirustiyê kir û daxwaz ji welatiyan kir ku, di dema hebûna nîşanên nexweşiyê li ser giyaneweran de, divê tîmên vîtêrnerî haydar bikin. An jî ew welatiyên giyaneweran xwedî dikin an jî berhemên giyaneweran çê dikin, di dema hebûna her nîşaneke netendirust de serdana nexweşxaneyan bikin.

Civîneke taybet li ser rêgirtin û xweparastina ji nexweşiya tya xwînberbûnê, ku li ser jiyana mirovan nexweşiyeke vîrosî ya meitrsîdar e, li Yekşema borî (27.04.2025) hat kirin.
Pêxemetî kontirolkirina wê nexweşiyê û parastina silametiya canê welatiyan û rêgirtina li metirsiyên belavbûnê, çend biryar di wê civînê de hatin derxistin:

1.    Bi çi rengan rê nayê dan ku giyanewer li derveyê kuştargehan bê pişkinînên vîtêrnerî bên vekuştin. Her kes û aliyekî zêdegaviyê bike, rêkarên tund ên qanûnî li beranberî wî tên bicihanîn.

2.    Serbir bi rênimayên tendirustiyê bi lixwekirina kelûpelên xweparastinê pabend in.

3.    Divê welatî goştê sor li cihên destûrdayî bikirin û destgorkan bikin destên xwe û çi birîn nebin û textê hûrkirina goştî ji textê hûrkirina keskatî cuda be.

4.    Bi alîkariya yekîneyên kargêrî, dest bi helmeta şûştin û reşandina giyanewerên xwemalî bê kirin.

5.    Ji aliyê pişkên vîtêrnerî û muxtarên gundan ve, hemî welatiyên xwediyên giyaneweran û yên ku karê xwedîkirina giyaneweran dikin li ser reşandina giyanewerên wan bi dermanê dije bên haydarkirin ku niha berdewam e.

6.    Reşandina meydanên giyaneweran bi awayekî giştî ku niha dest pê hatiye kirin.

7.    Divê xwediyên cihên giyaneweran û bazirganên giyaneweran bi reşandina giyanewerên xwe bi serperiştiya vîtêrnerî pabend bin.

8.    Divê baxçeyên giyaneweran ên sinorê parêzgeha Hewlêrê li jêr serperiştiya vîtêrnerî hemî giyanewerên xwe bişon û bireşînin.

9.    Hatina giyaneweran û goştî ji derveyê bajarê Hewlêrê bê pişkinîna vîtêrnerî û pizişkî bi hemî awayan qedexe ye.

 

K24

Top