• Monday, 09 February 2026
logo

Serokatiya Sûriyeyê: Êrîşa Israîlê bo ser Koçka Serokatiya Sûriyeyê pêşhateke metirsîdar e

Serokatiya Sûriyeyê: Êrîşa Israîlê bo ser Koçka Serokatiya Sûriyeyê pêşhateke metirsîdar e

Serokatiya Komara Sûriyeyê raghandinek li ser êrîşa serê sibeha îro ya hêzên asmanî yên Israîlê bo ser pêgeheke nêzî Koçka Komarî ya Sûriyeyê parve kiriye ku tê de hatiye, “Ew êrîş li dijî dezgehan û şkodariya dewletê pêşhateke metirsîdar e.”

Serokatiya Komara Sûriyeyê îro (În, 02.05.2025) tevî ragehandina nîgeraniya xwe li beranberî wê êrîşa asmanî ya ku Israîlê li serê sibeha îro kiriye ser pêgeheke nêzî Koçka Komarî ya Sûriyeyê, ew êrîş şermezar kir û amaje da ku ew êrîş binpêkirina serweriya welatekî ye.

Her wê çavkaniyê got, “Sûriye li beranberî şkodarî û ewlehiya xwe bi hemî rengan bergiriyê ji mafê gelê xwe dike.” Daxwaz ji hemî aliyan jî kir ku, di çarçoveya yekparçeyîya axa niştîman û rûbirûbûna bizavên çêkirina têkdanê de pabendî danûstandin û diyalogê bin.”

Serokatiya Komara Sûriyeyê daxwazê ji Civaka Navdewletî û welatên Erebî dike ku, li bernaberî wan destdirêjiyên ku qanûn û peymannameyên navdewletî binpê dikin bi Sûriyeyê re bin.

Her wê çavkaniyê tekez jî kir, “Êrîşa Israîlê têkdan û nearamî û qebxwaziyên ewlehiyê çê dike û hevgirtina gelê Sûriyeyê dike armanc.”

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu li serê sibeha îro (În, 02.05.2025) ragehand, “Israîlê êrîş kiriye ser armancekê li nêzî Koçka Serokatiya Sûriyeyê li Şamê, ew jî pêxemetî parastina kêmaniya Dirûzan li Sûriyeyê.”

 

K24

Top