Mesrûr Barzani: Karker bi awayekî çalak beşdarî proseya nûjenkirin û pêşxistina Kurdistanê dibin
Îro 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên cîhanê ye û bi boneya vê rojê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani ev roje li hemû karkeran pîroz kir û bi boneya vê rojê peyamek belav kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragehand: “Ez rêz û teqdîrek mezin ji bo xebata dijwar, erk û beşdariya çalak a karkerên Kurdistanê di pêvajoya ji nû ve avakirin, pêşxistin û avakirina binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê de digirim.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî waha ye:
Bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, ez bi germî pîrozbahiyê li hemû karkerên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Ez rêz û teqdîrek mezin ji bo xebata dijwar, erk û beşdariya çalak a karkerên Kurdistanê di pêvajoya ji nû ve avakirin, pêşxistin û avakirina binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê de digirim.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên dawî de ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana karkeran û parastina mafên wan hewlên mezin daye. Di vî warî de, me pêbendbûna xwe ya ji bo parastin û misogerkirina mafên karkeran di warê tenduristî û ewlehiya kar de ji nû ve tekez kir.
Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz be û hêvî dikim ku mafên wan her tim parastî bin û saxlem bin.
Mesrûr Barzani
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
01.05.2025
Basnews
