• Monday, 09 February 2026
logo

Li Hîndistanê di otêlekî de şewat derket: 15 kesan canê xwe ji dest dan

Li Hîndistanê di otêlekî de şewat derket: 15 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajarê Kalkuta ya Hîndistanê di otêlekî de şewat derket û jin û zarok jî di nav de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Kalkuta ya Hîndistanê di otêla Rituraj de şewat derket û 15 kesan canê xwe ji dest dan. herwaha hat zanîn gelek kes ji bo xwe rizgar bikin derketin ser banê otêlê yan jî xwestin di pencereyan de xwe bavêjin û rizgar bikin. Rêveberê ewlehiya Kalkuta Manoj Verma ji AFPê re ragehand, şeva borî ji ber wê şewata derketiye karîne gelek kesan di odeyên de yan jî li ser banê otêlê rizgar bikin.

Verma got, heta naha nehatiye zanîn ka şewat ji ber çi derketiye û diyar kir di şewatê de 15 kesan canê xwe ji dest dane. Herwaha got, otêl wek odeyekî gazê lê hatiye û xuya dike gelek mirov ji ber dûkelê fetisîne.

Hat zanîn di otela bi navê Rituraj de 88 mêvan hebûne û nêzîkî 10 kesan ji ber şewata di bedena wan de pêkhatiye rakirine nexwaşxaneyê.

 

Basnews

Top