2 rojnamegerên Kurd li Şamê ‘winda’ bûn
Rojnamegerên Kurd Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî li Şama paytexta Sûriyeyê "winda" bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Li gorî Tora Rojnamegerên Kurd ên Sûriyeyê, dema rojnameger Ekrem Salih û wêngirê wî Cûdî Hec Elî bûyerên li Taxa Sehnayeyê ya Şamê dişopandin “winda” bûne û heta vêga çarenivîsa wan ne diyar e.
Tora Rojnamegerên Kurd ên Sûriyeyê ji wezaretên Ragihandin û Karên Navxwe yên Sûriyeyê û aliyên pêwendîdar xwest ku ji bo dîtina her du rojnamegeran zû kar were kirin.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî li ser windabûna her du rojnamegeran daxuyaniyek da.
SOHRê ji Wezîrê Karên Navxwe û Wezîrê Ragihandinê xwest ku cihê wan eşkere bikin û ew serbest bên berdan.
Rudaw
