Îranê kesek ji ber tewanê sîxuriya ji bo Îsraîlê darve kir
Navenda ragehandina desthilatiya dadweriya Îranê ragehand, îro 30.04.2025ê kesek bi tewanê sîxurî û alîgiriya MOSSADê yê di çend operasyonên li Îranê hatiye darve kirin, ku derveyî sîxuriya ji bo Îsraîlê, herwaha destê wî hebûye di operasyon û kuştina kesekî bi navê Seyad Xudayî li Tehranê û ji ber wan tewanan hatiye darvekirin.
Li gor nûçeyekî ajansa IRNA ya Îranê navenda ragehandina desthilata dadweriyê, kesek ji ber hevkariya îstixbaratî û sîxuriyê di berjewendiya Îsraîlê de kar kiriye îro piştî temambûna proseya wî ya dadgehkirinê, li dadgeha bilind, cezayê darvekirina wî hatiye cîhbicîh kirin.
Li gor heman ajansê Muhsîn Lengarnêşîn sala 2020ê de peywendî bi saziya sîxurî ya Îsraîlê re pêkaniye, piştî encamdana dewreyekî perwerdeyên cur bi cur, her di heman salê de yekem erkê xwe ji bo MOSSADê pêkaniye.
Herwaha tometa wê yekê jî ji bo wî hatiye çêkirin ku piştî du sal karkirina ji bo MOSSADê çend erkekî din jê re hatiye dayîn û peywendî li gel efserên payebilind ên MOSSADê pêkaniye û berpirsê kiryarên giring bûye, ji wan jî piştevanî li operasyon û amadebûna li cîhê kuştina Seyad Xudayî li Tehranê kiriye.
Herwaha Muhsîn Lengarnêşîn ku îro hat darvekirin, hatibû tometbar kirin ku beşdar bûye li karê teknîkî yê ji bo êrîşkirina ser navendekî pîşesazî ya ser bi Wezareta Berevaniya Îranê li Îsfahanê, kirîna amûrên peywendî pêkanînê, ji bo çêkirina parastîbûna endamên MOSSADê li Îranê, kirîna otomobîl û hevkarîkirina bi amûrên operasyonê, veguhestina pare ji efserên MOSSADê re, herwaha ji bo endamên operasyonên li navxweyî Îranû kirêkirina avahîyan li çend navçeyan.
Basnews
