• Monday, 09 February 2026
logo

Li Bexdayê di 3 mehan de 64 bûyerên xwekuştinê hatine tomar kirin – Sedem çiye?

Li Bexdayê di 3 mehan de 64 bûyerên xwekuştinê hatine tomar kirin – Sedem çiye?

 Çavkaniyekî ewlehiyê li Bexdayê ragehand, di navbera 3 mehên borî de li sînorê parêzgeha Bexda ya paytexta Iraqê 64 bûyerên xwekuştinê hatine tomar kirin.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku awayên xwekuştinê cuda ne û wek xwe şewitandin, xwe daliqandin, gule li xwe dan, xwe ji bilindayiyê avêtin diguherin.

Li gor raportekî Şefeq Newsê ew rêjeya zêde ya tomarkirina bûyerên xwekuştinê zengila metirsiyê ye û ew diyardeye ji aliyê dîtina civaknasiyê ve gelek sedemên wê hene. Ji wan jî sedemên serekî ev in:

1-Bêkarî û krîza aborî, yek ji ji sedemên serekî yên xwe kuştinê ne li bi giştî li Iraqê. Rêjeya bêkariyê bilinde, bi taybet di nav ciwanan de. Li gor daxuyaniya lêkolînvanê karûbarên aborî û serokê saziya ‘’Iraq a pêşerojê’’ Menar Ubeydî, rêjeya bêkariyê li Iraqê ji bo sedî 16ê bilind bûye, herwaha rêjeya bêkariyê di nav jinan de zêdetire ji zelaman. Herwaha Iraq di rêzbendiya 32yemîn a welatên cîhanê de ye ji aliyê bêkariyê ve.

2-Nexwaşiyên derûnî yên wek xemgînî, tirs û şîzofrenî, sedemên serekî ne di bûyerên xwe kuştinê de. Li gor zanyariyan li Iraqê bi taybet çareseriya tenduristiya derûnî bi awayekî pêwîst nayê kirin û herwaha di naskirin û çareserkirina wan pirsgirêkan de pirsgirêkên civakî hene.

3-Pêketina bi madeyên hişber, metirsiya xwekuştinê zêde dike. Kesên pêketiyên madeyên hişber ji aliyê derûnî, civakî û darayî ve rastî pirsgirêkan tên, ku bandorên xirab li ser çawaniya fikirandina wan dike.

4- Bandorên siyasî û nearamiya civakî. Iraq bi giştî û Bexda bi taybet demekî dirêje li rewşeke nearam a siyasî û civakî de. Ev rewş bandorên xirab li ser derûniya hemwelatiyan dike û hestên bêhêvîtiyê li hember paşerojê ava dike.

5 – çanda civakî û çand. Hin caran çanda civakî û çanda kevneparêz dikare givaşê li ser takekes ava bike, bi taybet jinan, ku hin rewşan de wan ber bi xwekuştinê ve dibe. Wek mînak pirsgêrkên girêdayî şeref û namûsê, yan reftaran, ku di civakê de nayên pejirandin encamên waha li dû xwe tîne.

 

Basnews

Top