• Monday, 09 February 2026
logo

Civîna PDK û YNKê li ser pêkanîna Kabîneya Dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dukanê bidawî bû

Gulan Media April 29, 2025 Nûçe
Civîna PDK û YNKê li ser pêkanîna Kabîneya Dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dukanê bidawî bû

Li gor agahiyan, Civîna her du şandên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) demjimêr 02:45 ê piştî nîvroya roja 28.04.2025 li Havîngeha Dukanê li Silêmaniyê bidawî bû.

Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî serokatiya her du şandên danûstandinan ên PDK û YNKê dikirin, ku ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parvekirina postan civiyan. Şanda PDKê ji Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî, Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Piştîwan Sadiq, Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Dilşad Şehab û Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Umêd Sebah pêk hatibû.

Şanda YNKê jî ji Serperiştê Mekteba Sikirtariyetê ya Mam Celal Qubad Talebanî, Sikirtêrê Civata Wezîran li ser pişka YNKê Amanc Rehîm, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Derbaz Kosret Resûl, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Nizar Amêdî, Endama Mekteba Siyasî ya YNKê Rêwaz Fayeq û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Şalaw Selah Şêx Şeref pê hatibû.

Hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 20ê Cotmeha 2024ê hatin kirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 39 kursî û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî 23 kursî bi dest xistin.

Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 18 wezaret û sê wezîrên herêmê pêk dihat, her yek ji postên Serokwezîrî ji bo PDKê û Cîgirê Serokwezîrî ji bo YNKê bû, herwesa 9 wezareta jî ji bo PDKê û pênc wezaret ji bo YNKê û çar wezaret jî ji bo tevgera Goranê bûn.

 

Basnews

Top