• Monday, 09 February 2026
logo

Cîgirê Serokomarê Îranê pêşwaziya parêzgarê Hewlêrê kir

Gulan Media April 29, 2025 Nûçe
Cîgirê Serokomarê Îranê pêşwaziya parêzgarê Hewlêrê kir

Îro 28.04.2025, paêzgariya Hewlêrê belav kiriye ku Cîgirê Serokomarê Îranê Ebdulkerîm Husênzade, bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Îranê li Tehranê pêşwazî li Umêd Xoşnaw û şandeya li gel de kir.

Parêzgeha Hewlêrê herwaha ragehand, ku di hevdîtinê de cîgirê Serokomarê Îranê, bixêrhatina parêzgarê Hewlêrê û şanda pêre kiriye û kêfxwaşiya xwe jî bi wê serdanê bo Îranê haniye ziman û tekez li berbipêşve birina zêdetir a dostanî û pêywendiyên dîrokî di navbera Îran û gelê kurd  û xurt kirina pêywendiyên giştî û çandî û aborî yên hevbeş kiriye.

Ji bo vê armancê jî, cîgirê serokkomarê Îranê amadebûna xwe ji bo baştirkirina van têkiliyan nîşan da.

Herwaha Parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnaw, tekez kir ku ew piştgiriyê didin pêşxistina bêtir têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de.

Parêzgarê Hewlêrê herwaha di wê hevdîtinê de, amaje bi wê jî daye, ku daxwaza wan hebûna pêywendiyeke baş û qahîme li gel tevahiya welatan bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê.

Parêzgarê Hewlêrê pesnê rola Parêzgarê Tehranê Mihemed Sadiq Motemediyan di pêşxistina têkiliyên aborî û pîşesazî û bazirganiyê de di navbera Hewlêrê û parêzgeha Urmiyê (Azerbaycana Rojava) de da.

Herwaha dibêje: "Niha daxwaza me wek Hewlêa paytexta Herêma Kurdistanê, ew e ku em peyman û têgihîştina bi parêzgeha Tehranê re dubare bikin da ku têkiliyên aborî û pîşesaziyê yên di navbera me de bêtir pêş bikevin.”

Di dawiya hevdîtinê de jî, Parêzgarê Hewlêrê bi fermî cîgirê serokkomarê Îranê vexwend ku serdana paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê bike.

 

Basnews

Top