• Monday, 09 February 2026
logo

Steve Bittner: Sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê berfireh dibe

Gulan Media April 28, 2025 Nûçe
Steve Bittner: Sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê berfireh dibe

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner got, hevkariya bazirganî ya di navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê de, bi taybetî di sektora enerjiyê de, bi berdewam berfireh dibe.

Steve Bittner îro 27ê Nîsanê li Çemçemalê di merasîma îmzekirina peymana di navbera Kompaniya Taurus û Kompaniya GE de, got: “Niha, ji sedî 90ê elektrîka Herêma Kurdistanê ji aliyê turbînên General Electric ve tê hilberandin.”

Bitner got jî: “Elektrîk pêkhateyeke girîng a pêşveçûna her aboriyekê ye. Herêma Kurdistanê û Amerîka pêwendiyeke wan a demdirêj heye û bûyera îro vê hevahengiyê nîşan dide.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê her wiha got, ev gava îro dê sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê bêtir berfireh bike. Niha turbînên General Electric ji sedî 90ê elektrîka Herêma Kurdistanê peyda dikin.”

Pitner got: “Şîrketên Amerîkî li Herêma Kurdistanê li derfetên veberhênanê digerin û em dixwazin hevkariya xwe berfireh bikin.”

 

K24

Top