• Monday, 09 February 2026
logo

Parêzgerê Hewlêrê gehişt Tehranê û beşdarî pêşangeha Expo dibe

Gulan Media April 28, 2025 Nûçe
Parêzgerê Hewlêrê gehişt Tehranê û beşdarî pêşangeha Expo dibe

Parêzgerê Hewlêrê gehişt Tehranê, ji bo ku tevlî pêşangeha Expo bibe û danûstandinan li ser peywendiyên aborî û bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê bike.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro yêkşemê 27.04.2025 gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Îmam Xumeynî li Tehranê û ji aliyê Nûnerên Wezaretên Derve û Navxwe yên Îranê û Cîgirê Parêzgerê Tehranê û hejmareke din a berpirsên bilind ên wî welatî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Li dû Ragehandina Parêzgeha Hewlêrê, biryar e ku Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û şanda pê re di çarçoveya serdana xwe de, ji bilî ku tevlî Pêşangeha Navdewletî ya Îran - Exp dibe, bi awayekî cuda bi parêzgerên Tehran, Qezwîn, Zincan, Azerbaycana Rojava û Urmiyeyê jî re dicivin.

Şanda Parêzgerê Hewlêrê ji Berpirsê Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê Şakir Hisên û Berpirsê Komelgeha Sinorî ya Navdewletî ya Hacî Omeranê Mesûd Batêlî pêk hatiye.

 

Basnews

Top