Şandeyên PDK û YNKê dicivin
Şandên bilind ên PDK û YNKê li havîngeha Dukanê dicivin û danûstandinan li ser pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Biryar e îro 28.04.2025 şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li havîngeha Dukanê ji bo pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin.
Şandên bilind ên PDK û YNKê pêştir jî gelek caran li ser astên bilind û tîmên teknîkî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê civiyane, niha jî gehiştine qonaxa parvekirina peywiran.
Rêveberên van her du partiyan tekeziyê li ser wê yekê dikin ku, di demeke nêzîk de kabîneya nû ya hikûmetê tê pêkanîn.
Civîna dawî ya PDK û YNKê ji bo pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 17ê vê mehê li avahiya polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li Silêmaniyê hat kirin.
Ew civîn ji du navbiran pêk dihat; navbira yekê di navbera her du şandên teknîkî yên PDK û YNKê de bû û ya duyê jî di navbera her du şandên bilind ên wan her du partiyan de bû.
Basnews
