• Monday, 09 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên teqîna Îranê ji hezar û 200 kesan derbaz bû

Gulan Media April 28, 2025 Nûçe
Hejmara qurbaniyên teqîna Îranê ji hezar û 200 kesan derbaz bû

Berdevkê Komeleya Heyva Sor a Komara Îslamî ya Îranê radigehîne ku, ji ber teqîna Benderê Recayîyê li bajarkê Bender Ebasê, 40 kes mirine û zêdetir ji hezar û 200 kesên din jî birîndar bûne.

Berdevkê Komeleya Heyva Sor a Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xalidî ji tilevizyona fermî ya Hikûmeta Îranê re ragehand, “Heta niha 40 keysên mirinê ji ber teqîna Benderê Recayîyê hatine tomarkirin, tevî birîndarbûna hezar û 242 kesên din. Herwesa 50 tîmên hawarhatinê û tendirustiyê jî li cihê wê rûdanê alîkariya xelkê lêqewimî dikin.”

Mucteba Xalidî amaje jî das, “Me çar helîkopter xistine ber xizmeta alîkariyên tîman, herwesa du helîkopterên din jî amade ne di demên pêdivî de tevlî helmeta alîkariyên tîmên hawarhatinê û tendirustiyê bibin.”

Navbirî herwesa ragehandiye ku, komeleya wan di amadekirina xwînê de ji bo birîndarên wê teqînê çi arêşe û kêmûkasiyek nîne, xwîna pêdivî heye.

Ji aliyekî din ve jî hejmareke medyayên Îranê parve kiriye, “Hejmareke qurbaniyên teqîna Benderê Recayîyê bi temamî şewitîne û nayên nasîn û 90% ya mirî û birîndarên wê rûdanê jî karker û karmendên kompaniyan in.”

Her li dû medyayên Îranê, tîmên bergiriya şaristanî kariye zêdetir ji 80% ya şewatên Benderê Recayîyê kontirol bikin, lê ji ber cûnê kelûpelên nav kontêneran, metirsî heye ku dubare şewat çê bibe.

 

K24

Top