Di bombebaranekî artêşa Amerîkayê de 30 kes li Bakurê Yemenê hatin kuştin
Di bombebaranekî artêşa Amerîkayê ya li ser navenda penaberan li navçeya Seede ya li Bakurê Yemenê 30 kes hatin kuştin.
Îro 28.04.2025ê kanala Museyere ya ser bi Hûsiyên Yemenê belav kir, di bombebarana esmanî ya artêşa Amerîkayê li ser navenda penaberên li Bakurê Yemenê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û tîmên hewarçûn û Xaça Sor geheştiye cîhê bûyerê.
Herwaha amaje bi wê yekê hate kirin ku her ji ber bombebarana Amerîkayê gelek kesên din jî birîndar bûn û herwaha ziyanên zêde yên darayî li dû wê bombebaranê pêkhatin.
Basnews
