• Monday, 09 February 2026
logo

Kurdistan Chronicle bû yekem kovara Rojhilata Navîn û Xelata Award of Excellence ya Amerîkayê wergirt

Kurdistan Chronicle bû yekem kovara Rojhilata Navîn û Xelata Award of Excellence ya Amerîkayê wergirt

Îsal, Kurdistan Chronicle, ku kovareke bi heman navî ya bi zimanê Îngilîzî li Hewlêrê çap dike, bû yekem kovara li Rojhilata Navîn ku Xelata Award of Excellence Amerîkayê wergirt.

Îsal, Kurdistan Chronicle, digel CBC, AP, 60 Minutes, NPR, ABC û Atlantic, her yek bi rapor, bername û belgefîlman beşdar bûn, di nav wan de Kurdistan Chronicle bû yekem û  xelat wergirt.

Tîmek ji rojnamevanên Kurdistan Chronicle ji ofîsa Kurdistan û Amerîkayê beşdarî merasîma xelatdayînê li Salt Lake City, Utah bûn. Di merasîma xelatdayînê de, rojnamevan Serdar Sattar li ser navê tîma Kurdistan Chronicle gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser çanda jiyana hevbeş li Herêma Kurdistanê. Wî her wiha kurteçîrokek ji Kurdistan Chronicle pêşkêş kir, ku bûye platformek ji bo gihandina dengê Kurd bo cîhanê.

Xelata Award of Excellence ji sala 1949an vir ve ji aliyê Konseya Ragihandina Olê ve, ligel Xelata Wilber, ji dezgehên medyayê, rojnamevan û kesayetiyên ku beşdarî mijarên olî û çanda jiyana hevbeş bûne re tê dayîn.

 

Basnews

Top