• Monday, 09 February 2026
logo

Fermandeyeke berê yê PKKê: Tekane rêya rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê pabendbûna bi destpêşxeriya Serok Barzanî ye

Gulan Media April 27, 2025 Nûçe
Fermandeyeke berê yê PKKê: Tekane rêya rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê pabendbûna bi destpêşxeriya Serok Barzanî ye

Fermandeyeke berê yê Partiya Karkerên Kurdiatanê (PKK), behsa rola Serok Barzanî li Rojavayê Kurdistanê dike û tekez dike ku pabendbûna bi destpêşxeriya Serok Barzanî, tekane rêya rizgarbûna Rojavayê Kurdistanê ye.

Îro şemiyê 26.04.2025, Konfransa Yekrêzî û Yekhelwesta aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo birêve çû ku Nûnerê Serok Barzanî Dr. Hemîd Derbendî tê de beşdarî kir.

Di vê derbarê de fermandeyekî berê yê PKKê Mehmûdê Reş ji BasNewsê re axivî û got: “Tenê rêya rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê vegera bo destpêşxeriya Serok Barzani û pabendbûna wê ye. Serok Barzani her tim hewl daye ku Kurdên li Rojava bike yek. Di sala 2013an de, di civîna me ya bi Serok Barzani û partiyên Rojavayê Kurdistanê re, partiyên Rojava gihîştin rêkeftinekê ku bi hev re beşdarî Konferansa Cenevreyê bibin. Di sala 2014an de, Serok Barzani li Duhokê peymanek dîrokî di navbera aliyên Rojavayî de çêkir, ji ber ku cara yekem bû ku hêzên Amerîka û yên koalîsyonê ketin Sûriyê. Pêşmerge ji bo parastina Kobanê sînorê sê welatan derbas kirin û çûn Rojavayê Kurdistanê, lê mixabin aliyekî Rojavayê Kurdistanê girt destê xwe.”

Herwaha got: “Konferansa yekîtî û hevgirtina partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê îro li bajarê Qamîşlo bi destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî hate lidarxistin. Hebûna serok li Rojavayê Kurdistanê mafên Kurdan garantî dike. Eger Kurdên li Rojava nebin yek û piştgiriyê nedin projeya Serok Barzanî, ez bawer dikim ku herêmên Rojavayê Kurdistanê dê bikevin şerekî ku dê bi zirara Kurdan bi dawî bibe.”

Ji aliyê xwe ve Mezlûm Qirnû, çalakvan li Qamişlo ji BasNewsê re got, “Pêkhatina konfransa yekrêziya kurdan li Rojavayê Kurdistanê, xaleke girînge ji bo yekbûna gelek kurd li wê navçeyê û paşeroja Rojavayê Kurdistanê. Hewlên Serok Barzanî bo yekrêziya kurd li her çar aliyên Kurdistanê cihê besindayînê ye û berê jî Serok Barzanî destpêşxerî û rêkeftina (Hewlêr 1 û Hewlêr 2 û Duhok 1)ê kiriye. Ya ku li Rojavayê Kurdistanê bi destpêşxeriya Serok Barzanî hat kirin, pêngaveke girîng û stratejîke bo diyaloga kurdan li Şam û paşeroja kurdan li wê navçeyê.”

Herwaha dibêje: “Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hêvî dike ku ev yek bibe bingeha yekîtî û hevgirtinê û ji bo avakirina lihevkirinekê ji bo pêşeroja gelê me û bidestxistina mafên xwe di pêşeroja Sûriyê de.”

 

 

Basnews

Top