Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo parêzgeha Neynewayê tekez kir
Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Nîsanê pêşwazî li Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya parêzgeha Neynewayê û hevrêzî û karên hevbeş ên saziyên fermî yên parêzgeha Neynewayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser piştgiriya xwe ji bo parêzgeha Neynewayê kir û hêvî kir ku welatî û hemû pêkhateyên Neynewayê di paşerojeke baştir de bin.
K24
