• Monday, 09 February 2026
logo

naveroka daxwazên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwêstiya Rojavayê Kurdistanê aşkera dibe

Gulan Media April 26, 2025 Nûçe
naveroka daxwazên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwêstiya Rojavayê Kurdistanê aşkera dibe

Îro 26.04.2025ê li Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna nûnerê Serok Barzanî, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwêstî ya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û biryare di dawiya konferansê de beyanameyek li ser encamê bi navê hemû aliyên Kurdî bê ragehandin.

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê Dr. Kawe Ezîzî derbarê naveroka beyanameyê de ji BasNewsê re ragehand, tişta li Rojavayê Kurdistanê pêktê, pêngavekî gelek giring û başe, em wek ENKSê teqez dikin ku Sûriye divê welatekî pir reng, pêkhate, ol û pir çandî be û hikûmeta nû ya Sûriyê jî pêbendî hemû peymanên navnetewî be. Herwaha sistema siyasî ya wî welatî parlamenterî û federalî be. Û got: ‘’Kurd di vê konferansê de li ser cudakirinên desthilatê û sîstema demokratîk bo Sûriyê teqez dikin û ew giringe. Ji destpêkê de pêwîste hemû guhertinên demografîk bên çareser kirin û erebkirin bê rawestdin. Herwaha em teqez dikin, li her komeleyekî lijneyek ji bo nivîsandina destûrê pêkbê, divê di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî de be û hemû pêkhate cîhê xwe di parlamentoyê de hebin. Herwaha hemû ew kurdên nasnameya Sûrî ji wan hatiye standin, careke din ji wan re bê dayîn û biryarên dijî neteweya kurd ên rejîma berê, ku rewabûn dida erebkirinê yan jî dijatiya netewa Kurd li Sûriyê dikir, divê bên ragirtin.’’

Endamê ENKSê diyar kir, li ser asta Kurdistanê hemû herêmên Kurdî divê yek yekeya wan a îdarî û yek parçe û yek herêm bin û naskirina destûrî ji bo wê hebe. Herwaha li destûra Sûriyê de gelê Kurd wek gelekî resen li ser axa xwe ya Kurdistanê bê naskirin û rêz li meriv û malbatên hemû şehîd û girtiyên siyasî re bê girtin û zimanê kurdî bibe zimanekî fermî li Sûriyê û Kurd di nav hemû saziyên dewletê yên wek parlamento û hikûmet, dadgeh û artêş û her cîhekî ku hebe beşdar bibin. Bendewarî jî heye ew hemû daxwaz di daxuyaniya encamnameya konferansê de bên ragehandin.’’

 

Basnews

Top