Serokê Peyman Ezherê: Me bi çavên xwe pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê dît
Serokê Peymangeha Ezherê li Kurdistanê got: “Ev axa pîroz, pêkvejiyan di navbera hemû ol û kesên ne-oldar de dihewîne û em spasî û pîrozbahiya serkirdayetî û gelê wê dikin.”
Serokê Peymangeha Ezherê li Kurdistanê Dr. Hatim Xelef îro 23ê Nîsanê ji K24 re got: “Bi navê Ezherê, gel û hikûmeta Misrê, rêz û silavên me ji gelê Kurdistanê re heye. Ji dema ku em hatine vir, me bi çavên xwe pêkvejiyana olî dît.”
Dr. Hatim got jî: “Me serdana deverên Kiristiyan, Cihû û Êzidî kirin û me dît ku ev axa pîroz pêkvejiyanê di navbera hemû ol û kesên ne-oldar de dihewîne. Em em spasî û pîrozbahiya serkirdayetî û gelê wê dikin.”
Bi amadebûna Serok Barzanî, Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmareke mezin ji berpirsên payebilind, serkirdeyên Iraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê, parlamenter û nûnerên hikûmetê li Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn, îro 23ê Nîsanê Roja Nimêja Niştimanî li Kurdistanê dest pê kir.
K24
