• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: Bombebarana Qeladizê belgeyeke din a li ser hovîtiya rejîma berê ye

Gulan Media April 24, 2025 Nûçe
Serok Barzanî: Bombebarana Qeladizê belgeyeke din a li ser hovîtiya rejîma berê ye

Serok Barzanî bi peyamekê şehîdên bombekirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê bibîr anîn.

Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Nîsanê peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Di 51emîn saliya bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de, em silavê ji bo giyanê şehîd û qurbaniyên vê karesatê dişînin.”

Serok Barzanî got jî: “Ev bûyera diltezîn, belgeyeke din a hovîtî û bêxemiya rejîma berê ya Iraqê ye. Ev tawaneke ron û aşkere bû li dijî sivîlan û tu carî nayê jibîrkirin.”

 

K24

Top