Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyoz Sam Brownback kir
Îro êvarê 23.04.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyoz Sam Brownback siyasetvanê navdar û Senator û Hakimê berê yê eyaleta Kensas a Amerîkayê û şandeke pêre kir, ku ji bo beşdariya di roja Duaya Niştimanî serdana Herêma Kurdistanê kirine.
Balyoz Brownback rewşa bi pêkvejiyana aştiyane ya navbera Pêkhateyên cuda û azadiya olî li Herêma kurdistanê de bilind nirxand û encamdana merasima roja Duaya Niştimanî li Kurdistanê bi destpêşxeriyeke bêhempa û girîng bi nav kir.
Serokê Hikûmetê tekezî li wê kiriye ku Herêma Kurdistanê herdem navenda pêkvejiyana Ol û Pêkhateyên cuda bûye û dibêje ku em pêbendin bi parastin û pêşxistina vê çand û aştî û yekitiya di navbera tevahiya Pêkhateyan.
Basnews
