• Monday, 09 February 2026
logo

Trump serdana hejmareke welatên kendavî dike

Gulan Media April 23, 2025 Nûçe
Trump serdana hejmareke welatên kendavî dike

Koçka Spî Amajeyê dide ku, Serokê Amerîkayê li nîva meha bê serdana hejmareke welatên kendavî dike. Herwesa dibêje, “Armanc ji vê serdanê bihêzkirina peywendiyan e.”

Berdevka Koçka Spî Karoline Leavitt îro (Sêşem, 22.04.2025) ragehand, “Serokê Amerîkayê Donald Trump li rojên 13 - 16ê Gulana bê serdana Erebistana Siûdiyeyê, Qeterê û Îmaratê dike.”

Karoline Leavitt amaje jî da, “Armanca Donald Trump ji wê serdanê bihêzkirina peywendiyên navbera Amerîka û her yek ji wan welatan e.”

Ev serdana Trump ji bo welatên kendavî dibe serdana wî ya duyê bo derve, piştî ku biryar e tevlî merasîmên binaxkirina termê Papayê Vatîkanê Papa Francis bibe.

 

K24

Top